Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) fînansekirina dermankirina dervayê kampê li ser 11 kampên derbideran li Bakur û Rojhilata Sûrîyê rawestand. Li kampa Waşokanî zêdetirî 1500 kesên bi nexweşîyên kronîk û 32 nexweşên penceşêrê hene ku di rewşeke dijwar de ne
Ev du roj in hejmarek cotkarên Amûdê li dijî birîyara Rêveberîya Xweser ya derbarê nirxê genim de mangirtinên nerazîbûnê lidar dixin. Rêveberîya xweser nirxê kîloyek genim bi 31 sentên Amerîkî destnîşan kir, û cotkarên herêma cezîrê jî doza buhakirina nirxê genim dikin.
Cîhan Ebidulxefûr behremend û dahênereke ku bi destan parçeyên hunerî yên balkêş diafirîne. Wê ev çûre huner bi awayekî akademîk xwendîye. Ew dibêje wê têkoşîneke dirêj li hemberî civaka xwe kirîye heta wê xewna xwe pêk anî.
Îro Şemîyê 25 Gulanê, li bajarê Hesekê bi vexwendin ji Rêveberîya Xweser û Meclisa Sûrîya Demoqratîk MSD, hevdîtina Êl Eşîrên bakûr û rojhilatê Sûrîyê hat lidarxistin.
Îro Şemîyê 25 Gulanê, li bajarê Hesekê bi vexwendin ji Rêveberîya Xweser û Meclisa Sûrîya Demoqratîk MSD, hevdîtina êlên bakûr û rojhilata Sûrîyê hat lidarxistin.
Zevîyên genim û ceh ji Nîsanê heta dawîya Hezîranê zer dibin loma bizavên rêgir têne kirin ku zevîyan ji agir û şewatan biparêzin. Karbidestên Rêvebirîya Xweser hêzên ser bi Tirkîyê, Daiş û mîlîsên rejîma Sûrî bi şewitandina zevîyan tawanbar dikin.
Pêşbazîya lîstika setrenc (kişik) ya Arta sibeha Înê li bajarê Amûdê yê Rojava destpê kir û wê du rojan bidome û 35 lîstikvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojavayê Sûrîyê tê de beşdar dibin.
Li Kampa Holê 11,852 malbatên DAIŞê dimînin ku hejmara wan ya giştî 42,088 e
Artêşa Tirkîyê di 2019'an de herêma Serêkanîyê dagir kir û dest danî ser Îstasyona Elok ku ava vexwarinê dide Hesekê. Ji wê demê heta niha Tirkîyê avê ser rûniştvanên herêma Hesekê birîye
Di vê raporta me de agahîyên ser çanda vexwarina çayê li Amûde û Çayxaneya Kewê hene
Ji destpêka vê mehê ve rêjîma Sûrîyê hêzên zêde ber bi Suweydayê ve şandin.
Ser social media li herêmên kurdên Sûrîyê wêneyên Jîna Emînî bi nûçeya mirina serokê Îranê bi berfirehî hat parvekirin.
Li parêzgeha Suweydayê ya başûrê Sûrîyê xwepêşandanên Durzîyan dijî rejîma Sûrîyê berdewam in. Rejîm hêzên xwe yên ewlekarî û leşkerî li nava bajêr û derdora wê bihêz dike.
Li gorî amarên rêvebirîya kampê 1,800 malbat li kampê dijîn, ku ji 8,500 kesan pêk tên.
Karbidestên Kurdên Sûrî dibêjin ku çekdarên DAIŞ'ê li nava kampa Holê ya bakurê rojhilata Sûrîyê dewleteke biçûk ava kiriye. Ew dibêjin ku hin deverên kampê hema bêje ji bin kontrola hêzên ewlekarîyê derketine.
Jineke Kurd ya Efrînî rêvebirîya kampa Holê dike. Tevî ku ew rojane di bin gefê de kar dike, hezkirina wê ji karê mirovahî re hêza wê ya hemberî tirsê ye.
Jiyan û Azad xwîşk û bira ne ku behreya wan jenîna pîyanoyê ye û bavê wan bi çoş piştgirîya wan dike. Ew heftiyê 3 rojan diçin navendeke perwerdeya muzîkê, û li ser destê muzîkjen Mihemed Îsamîl bi rengekî akademîk fêrî muzîkê dibin.
Pirtir bar ke