Pirsa Referandûma li herêma Kurdistanê mijarê rojê ye, dîtin û nerînên jihev cuda tên weşandin, daxweyaniyên berpirs û serokatiya herêmê didin xwe yakirin ku, dê ji xelkê Herêma Kurdistanê bê pirsîn kanê wan serxwebûn ji Îraqê divê yan na
Ekonomiya Herêma Kurdistanê, di krîzek mezin de derbas dibe, berpirsên hikumeta herêma kurdistanê hewil didin, çareseriyekê jêre bibînin, lê weke pisporên ekonomiyê dibêjin, di demeke lezgîn de çareserkirina wê pirsgirêkê gelek zehmet e
Endamê Parlemanê Tirkiyê ji lîsta partiya kurdan HDPê , Faysal Sarîyildiz ji Şirnexê liser rewşa aloz ya Cizîrê pêzanînên dawiyê dide Dengê Amerîka
Serokê DMMEyê Guido Raimondi di peyva xwe ya jibo rojnamevan de pêşkeş kirî weha got: ‘Em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê; bila derhal tedbîrê bigirin.
Ev 2 roj in şerên dijwar di navber Ceyîş El-Tiwar li aliyekî û El-Nusre û Ehrar Şam li aliyê din tên berdewam kirin, di van şersan de 3 xalên giring ji grupên çekdar hatine stendin.
Roja Sêşemê li dora seat 10.20an de, danê sibê, peqînek li herêma Sultan Ehmed ya Stenbulê pêkhat ku, weke herêma toristîk û dîrokî li bajarê Stenbub tê naskirin, di encamên destpêkê de 10 kuştî û 15 birîndar hene, birînên 2 kesan di giranin.
Piştî di rojên derbasbûyî de, çekdarên Daişê li başûrê Kobanê şikestin xwarîn, hêzên Suriya Demokrat 100 gund û bendava Tişrîn ya stratejîk ji destên wan deranîn, niha bi şekên giran êrîş dikin.
Deriyê Îbrahîm Xelîl yê di navbera sinorê Tirkiyê û îdara herêma Kurdistanê de ku, weke deriyê sereke yê hatinûçûn, herwiha bazirganiya herêma Kurdistnaê li gel Tirkiyê ye û weke bazbera derbasbûna ewrupa tê dîtin.
Roja Înê 10.01 di yekem bername xwe sala 2016an de li ser navnîşana" Xwendinek Di Rewşa Kurdan ya sala 2015an de û Pêşbînî jibo Sala 2016an û Paşerojê di mêhvanên xwe re gotûbêj kir.
Hevserokê giştî yê HDP, Selahettin Demirtaş di vê heftiyê de tevî şandekê bi serdanek fermî li Moskow hevdîtin pêkanîn, Wezirê derve yê Rûsiya Sergey Lavrov li pêşwaziya Demirtaş û şanda pê re bû.
Roja Çarşemê 23 Kanûna Pêşîn Wezîrê derve yê Rusiya Sergei Lavrov li paytext Moskow pêşwazî li hevresokê HDPê Selahettin Demirtaş kir.
Serê Sibeya roja Çarşemê 16î Kanûna Pêşîn, hind çekdarên DAIŞê êrîşek li dij sengerên hêzên Pêşmergên Kurdistan encam da, di êrîşê de hejmarek Pêşmergan jiyana xwe jidest dan.
Li Roja 10î meha kanûna pêşîn 2 birayên Îraqî bi sûcê Terorê li welatê Finlana hatin girtin, piştî 2 rojan ew birin pêşiya dadgehê.
Rewşa şer û pevçûnan li herêma Rojhilata Navîn di hilberînek mezin de derbas dibe, girêdayî vê rewşa şer, mafên mirovan tên binpêkirin, herweha vê rewşê bûyerên kuştin, revandin, girtin û eşkencedanê bi xwe re zêdetir kirin.
Roja 10 Kanûna yekê roja cîhanî ya mafên mirov e, Netewên Yekbûyî hersal vê rojê pîroz dibîne, ya ku bo cara yekê di sala 1948 de weke ragihandina Navnetewî ya mafên mirov hatiye destnîşankirin
Kongreya Sûriya Demokratîk li bajarê Dêrîkê li nêzîkî Qamîşlo hat encamdan, gelek delege ji pêkhateyên cûda yên Sûriyê di kongrê de amade bûn
Serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesoud Barzanî di rojên derbasbûyê de, bi seredanek fermî çû bû welatên kendava Erebî.
Îro roja Înê 27 mijdarê Wezîrê berevaniya Îraqê Kalid Al-Ubaidî bi seredanekê giha bajarê Şengalê, jibo rigarkirina Şengalê, li hêzên pêşmergên Kurdistan pîroz bike.
Di operasyoneke leşkerî de, îro Çarşemê serî sibê, hêzên Pêşmergên Kurdistan, bi alîkariya Firokên hevpeymanan operasyonek li dija çekdarên Daişê li eniya Gula Musilê û Wankê dan destpêkirin.
Pirtir bar ke